Li Qamişlo du malbat bi hev ketin: 4 kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Li gundê Hîmo yê Qamişloyê du malbatan bi hev ketin, di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gundê Hîmo yê rojavayê bajarê Qamişlo ji ber nakokiyên kesayetî di navbera du malbatan de şerekî çekdarî derket, di encamê de ji herdu malbatan 4 kes bi sivikî birîndar bûn.

Birîndar ev in:

Samî Ebdulqedûrs

Cemîl Hesen

Ebdulbaqî Mihemed

Ebdulrezaq Mihemed

Hêzên Asayîşê û şêniyên gundên herdu malbat ji hev vekirin.

ANHA


Mijarên Din