Li Qamişlo teqîn: 7 kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Li taxa Wista ya bajarê Qamişlo erebeyeke bombebarkirî hate teqandin, tê gotin ku 7 kes birîndar bûn.

Îro saet 17:45 li taxa Wista ya bajarê Qamişlo li nêzî dêra Ezrayê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin. Li gorî agahiyan 7 kes birîndar bûn û ziyanên mezin gihiştin cihê teqînê.

Erebeyên ambulancê birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn cihê teqînê girtin.

ANHA


Mijarên Din