Li Qamişlo feniyên Şaredariya Gel xebata ziftkirinê dişopînin

Şaredariya Gel a navçeya rojava ya girêdayî bajarê Qamişlo dest bi sererastkirina rêyên navçeyê kir. Feniyên yên girêdayî buroya Fenineyî ya Şaredariya Gel jî xebata ziftkirinê, dişopînin.

Şaredariya navçeya rojava ya girêdayî bajarê Qamişlo, piştî reşandina  keviran û paqijkirinê, ji rêya giştî ya(Rêya Amûdê-Qamişlo) ve dest bi xebata sererastkirina rêyên navçeyê kirin. Hêjayî bibîrxistinê ku xebata sererastkirinê bi sponseriya şirketa giştî ya Zagrosê ye.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a navçeya rojava Abdullehed Îshaq got: "Wan ji çerxerêya şehîd Rûber ve dest bi xebatê kirine, ji ber tevgera çûn û hatinê li vê rêyê aktîf e, em ê xebata ziftkirinê heta nêzî gundê Elî Fero ya ku ketina rojava ya bajarê Qamişlo ye û dirêjahiya xwe 12 km, dewam bikin. Rê wê bi qalindbûna 15cm were ziftkirin."

Abdullehed destnîşan kir ku feniyên girêdayî Şaredariya Gel a navçeya rojava, da kêmanî nekeve pîvanên ku li ser bi şirketa Zagros re, lihevkirine, bi karê şopandina xebata ziftkirinê radibin.

Ebdullehed bal kişand ser ku piştî rêyên giştî bidawî bikin, dê dest bi ziftkirina rêyên navçeyê, yên ku zerar bûne, bikin.

Îshaq bang li welatiyan kir ku xwedî li paqijiya bajêr derbikevin û da ku rê xerab nebin, avê li rêyên nû hatine ziftkirn nereşînîn.

Di vê çarçoveyê de Fewaz Temo ku şêniyekî navçeya rojava ya girêdayî bajarê Qamişlo ye,  diyar kir ku wan zehmetiya rêyên ku ji ber rewşa hewayê rastî xerabiyê hatin dikişandin, û wiha pê de çû:"Ev gav bedewiyekê dide bajêr."

Serpereştên projeya ziftkirinê gotin tê payîn ziftkirina hemû rêyên navçeyên rojava û rojhilat heta werza zivistanê, werin bidawîkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din