Li Qamişlo hewldanên çaresekirina pirsgirêka avê

Aliyên pêwendîdar li bajarê Qamişlo hewl dide pirsgirêka avê çareser bike. Li rexê jî dest bi rastorkirin û sereraskirina dînamoyên avê yên xirabbûne kir. Her wiha bi rêya komînan heta bidawîkirina xebatên rastorekirinê, av ji şêniyan re tê peydakirin.

Ji gelek aliyan ve av ji bajarê Qamişlo re tê peydakirin. Ji wan jî stasiyona sevan ku di saetekê de 600 heta 700 m3 av dide, 2 dînamoyên li taxên Hilêliyê û Uwêca ku rejeya têvedana wê ji sedî 75 e, ev jî weke rêjeya normal û baş tê dîtin û dînamoya Cexcex a li goşeya ewlehî ya li naverasta bajarê Qamişlo ya ku di piranî deman de endamên rejîma Sûriyê hakimiyeta xwe li ser dikin. Li gor aliyên pêwendîdar jî ku ava ji bajarê Qamişloyê re tê têra pêdiviyên tevahî şêniyan dike.

Di van demên dawîn de jî li hin taxên bajarê Qamişlo azarên kişandina avê hene. bi wê re jî êşên mezin li gel şêniyên taxan çêkir, bi taybet li taxên Siyahî û Kornîş ên li navçeya rojavayê bajêr.

Di vê çarçoveyê de jî Asya Îbrahîm ji şêniya taxa Siyahî ye got: "Em êşa kêmbûna avê dikişînin û ji hefteyekê de av negiştî me. Di dema berê de her du rojan carekê av digihişt me."

Ji aliyê xwe ve jî Hesen Silêman Resûl ji taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ye got:  " Em neçar diman ku em avî bikirin an jî ji gel cîranan peyda bikin."

Sedemên qutbûna avê li hin taxên bajarê Qamişlo

Li gor Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan li kantona Qamişlo û Daîreya Avê ya bajêr, gelek sedemên qutbûna avê li ser hin taxên bajêr hene. ji wan jî, girtina endamên rejîmê yên li goşeya ewlehî ya henefiyên dînamoya Cexcex û sedemeke dîtir jî ew e hin xirabbûnên di torên avê yên li taxên Siyahî û Kornîş. Her wiha pêlîstina hin şêniyan bi henefiyên avê, hin herikînên avê di torên sereke û xerckirina zêde ya bêserûber a avê ji hêla şêniyan de, bûn sedemên qutbûna avê.

Qutbûna avê li taxên Siyahî û Kornîş bar li ser şêniyan zêde kir. Ji lewre şênî di rojên destpêkê yên qutbûna avê de neçar man ku avê bikirin. Di vê derbarê de şêniya bi navê Xezal Mihemed Salih ji taxa Kornîş e wiha got: "Ji demekê ve av negihiştî me, lewra neçar dimînin her 200 litir av bi 500 lîreyên Sûriyê bikirin."

Şaredarî gihandina avê ji şêniyan re hildigire ser xwe

Da ku pirsgirêka avê li taxên rojavayê bajarê Qamişlo bê çareserkirin, Şaredariya Gel û Daîreya Avê dixebitin. Di destpêkê de Daîreya Avê li bajêr bi rêya agahînameya ku di destpêka Tîrmehê de derxistiyê qedexe kir av bê firotan û gihandina avê bi rêya komînan hat erkdarkirin.

Di vê der heqê de Hisên Resûl got: "Şaredariya Gel li navçeya rojava ev bû 4 roj in avê bê pere li şêniyan bi rêya komînan belav dike û ev jî niha têra me dike."

Li aliyekî dîtir jî Şaredariya Gel û werşeyên rastorekirinê yên girêdayî Daîreya Avê dest bi sererastkirina parçeyên torên avê yên xirabbûyî li taxa Siyahî ya li rex Parka Arî ji aliyekî ve, sererastkirina xirabbûnên li dînamoyên taxa Hilêliyê û sererastkirina torên avê yên xirabbûne ji aliyekî din ve, kirin. Di heman demê de, jî komîteya çavdêriya li ser henefiyên avê li navçeya rojavayê hat avakirin.

Di heman derbarê de Zabîteya Avê tevahî gel û şûştingeha erebeyan a li navçeya rojava bi xerckirina avê bi awayekî bêserûber hişyar kir. Her wiha jî dînamoyaên derqanûnî desteser kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din