Li Qamişlo ji bo zarokan şahî hat lidarxistin

Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd bi minasebeta Roja Zarokên ku Bûne Qurbaniyên Êrîşan a Cîhanê şahiyek ji bo zarokan li bajarê Qamişlo li dar xist.

Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd bi minasebeta Roja  Zarokên ku Bûne Qurbaniyên Êrîşan a Cîhanê bi şîara ‘Şerê we hêviyên me dikuje’ şahiyek ji bo zarokan li bajarê Qamişlo li dar xist. Şahî li Hola Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar ket. Zarokên bajêr bi malbatên xwe re, endamên Komeleya Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi helbesta Meryem Temo ya li ser zarokên bûne mexdûrên şer, dest pê kir. Piştî helbestê daxuyanî ji aliyê her du saziyan ve hate dayîn. Endama Ofîsa Psîkolojiyê ya Heyva Sor a Kurd Ehlam Yusif daxuyanî bi erebî û endama Komeleya Mafên Mirovan Midya Osman jî bi kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 8 sal e ku agirê şer li Sûriyê ranewestiyaye û ew şahid in ku binpêkirinên mezin li ser zarokan di aliyê kuştin, birîndarkirin, kedxwarî, serbazkirin, bikaranîna di şer de, tundiyên zayendî, revandin, dûrkirina ji xwendinê û encamên kembax ên derûnî, pêk hatine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wan karî tenê hinek binpêkirinên ku li herêma Bakurê Sûriyê qeyd bikin, ji ber derfetan, wan nekariye xwe bigihînin hemû rewşan.

Li gorî wê 116 rewşên kuştinê, 4 hezar û 888 rewşên birîndariyê, hezar û 808 zarok jî sêwî mane. 15 hezar û 939 malbat bê dê yan jî bê bav mane. 48 rewşên revandin û windahî, 426 rewşên serbazkirina bi mebestên olî, 34 rewşên zordariya li jinan. 65 hezar û 660 zarok koçber bûne û di kampên herêmê de dijîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ruxmî hemû rewşan jî niha xebatên kêmkirina êşên wan berdewam in.

Piştî daxuyaniyê Koma Ronak a zarokan çend stran pêşkêş kirin. Piştî wê Koma Şehîd Rûken govend, piştî govendê jî Koma Rihan çend stran pêşkêş kirin. Şanoya Siya Baxçe lîstikek, Koma Nûpelda jî stran pêşkêş kirin.

Di dawiyê de xelat li zarokan hatin belavkirin.

(bm-jy)

ANHA


Mijarên Din