Li Qamişlo kesên ne nas jinek gulebaran kirin

Îro di saetên sibê de li mesakinê Rimêlan ê taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo jineke 45 salî di serê xwe de birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Qamişlo.

Jina (F.H) ya 45 salî nêzî saet 06:00`an de piştî ku hevjînê wê derket karê xwe di mala xwe ya li mesakinê Rimêlan a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo de rastî gulebaranê hat û bi giranî  birîndar bû.

Çavkaniyên nêzî malbata wê gotin keça wê (22) qîrîna diya xwe bihîst û paşê dît ku diya wê di nava xwînê de li erdê dirêj kiriye.

Li gorî keça wê ku dengê guleyê nehat bihîstin û ev yek diyar dike ku çekeke bêdeng hatiye bikaranîn.

Bijîşkên nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Qamişlo diyar kir ku rewşa (F.H) xeter e û heta niha gule di serê wê de ye. Li gorî lêkolînên destpêkê ku çeka hatiye bikaranîn ji cureya demançe eyar 7 e.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn der barê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din