Li Qamişlo komxebata jinan

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirine yên li dijî jinan komxebatek li dar xist.

Nûnerên rêxistinên jinan ji Yekitiya Jinên Suryan, Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Buroya Jinan a Partiya Nûjen a Demokratîk, Buroya Jinan a TEV-DEM, Rêxistina Mafên Mirovan, Daîreya Têkiliyên Derve, nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Başûrê Kurdistanê, Buroya Jinan a MSD, Komîteya Jinan a Kantona Qamişlo, Meclisa Jinan a Sûriyê, Saziya Êzidiyan, Rêxistina Pêl, Kongreya Star, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û jinên di partiyên siyasî de beşdarî komxebatê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Emokê bixêrhatina beşdaran kir û behsa destwerdana Tirkiyê ya li aloziya Sûriyê kir.

Sîham diyar kir ku rola Tirkiyê li Sûriyê neyinî ye, lê heta niha ji binpêkirinên wê re çareserî nehatin dayîn û got, “Tirkiye dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyê serdema Osmanî vegerîne.”

Di komxebatê de binpêkirinên siyasî, hiqûqî û civakî yên li dijî jinan hatin nîqaşkirin.

Di mijara yekemîn a girêdayî binpêkirinên siyasî de, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawud axivî. Sîham bal kişand ser hedefkirina jinên siyasetmedar û got: "Hedefkirina jinên siyasetmedar ji bo sekinandina dengê aştî û çareseriyê ye, dewleta Tirk a dagirker hîna terora xwe ya li dijî jinan didomîne. Her roj em bûyerên kuştin, destdirêjî, girtin û koçberkirina bi zorê dibihîzin."

Sîham destnîşan kir ku armanca hedefkirina jinên rêxistinkirî yên siyasetmedar şikandina îradeya jina azad e û wiha dom da axaftina xwe: "Nexweşiya fobiyaya jinên azad ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Erdogan re heye, ji projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê ditirse."

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin ku di şer de jin a yekemîn e ku tê hedefkirin û tevlêbûna wê ya di qada siyasî de tê qedexekirin. Bal kişandin ser têkoşer Hevrîn Xelef û hate diyarkirin ku Hevrîn her tim banga çareseriya siyasî, belavkirina aştiyê dikir, lê dewleta tirk hemû pîvanên exlaqî û mirovî derbas dike.

BINPÊKIRINÊN HIQÛQÎ

Di komxebatê de Seroka Buroya Lêkolînên Qanûnî ya Navenda Smart Amrîn Xelîfe bal kişand ser binpêkirinên qanûnî yên li dijî jinan û ev tişt nirxand: "Jin, zilam û zarok ên sivîl xwedî mafên parastinê ye, nabe tu komên çekdarî êrişî sivîlan bike. Di qanûnên mirovî de şer qedexe nake, lê banga parastina sivîlan ji şer dike."

Amrîn Xelîfe destnîşan kir ku mirovahiyê di şer de gelek qurbanî dan, lê tu rêgezên wan qanûnan sererast bike tunebûn. Her wiha bal kişand ser peymana Cinêv 1 a parastina birîndarên şer, her wiha peyaman Cinêv 4 û protokolên wê yên sala 1977'an hatin derxistin.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku dewleta Tirk sûcên şer li dijî jinan pêk tînin, tu kes hesab jê nexwaze. Her wiha dan zanîn ku sûcên Tirkiyê di nav de sûcê qetilkirina sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef hatin belgekirin û sûcdar heta niha bê hesab hatin hiştin.

BINPÊKIRINÊN CIVAKÎ

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma îşaret bi binpêkirinê civakî yên li dijî jinan têne kirin, kir û bi bîr xist ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk anîn, bi hezaran mirov dan koçberkirin, çekên giran û yên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn û bi hezaran sivîl qetil kir, her wiha binsaziya herêmî wêran kir. Evîn bal kişand ser guhertina demografyaya herêmên dagirkirî û qirkirina çandî bi taybet li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî.

Evîn destnîşan kir ku di salên 2018,2019 û 2020'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûc li dijî jinan pêk anîn û wiha domand: "Di nava hersê salan de 53 sûcên qetilkirina jinan, 128 birîndarkirin, 61 destdirêjiya cinsî hatin tombarkirin, 5 ji ber îşkence û êrişên hovane dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha 317 jin hatin revandin, hin ji wan piştî fidye dan hatin berdan. Di çaroveya operasyona Kaniya Aştiyê de li Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ên sînorî, 23 jin hatin kuştin, ji wan 2 rastî êrişa cinsî htin, 60 jî ji ber topbaranê birîndar bûn û 12 jî hatin revandin."

Beşdaran diyar kirin ku bûyerên kuştin, binpêkirin û sûc bandoreke neynî li derûniya jinan kir û divê desteka mafî, derûnî û civakî ji jinan re were pêşkêşkirin û ji binpêkirinên werin parastin.

ANHA


Mijarên Din