Li Qamişlo konê protestokirinê berdewam e

Şêniyên Qamişlo piştî agahiya şewata li Îmraliyê, ji duh ve li pêşiya avahiya Komseriya Kar û Barên Penberan NY’yê çalakiya xwe berdewam dikin.

Ji duh ve bi sedan şêniyên Qamişlo li ser pêyan in û konê çalakiyê li pêşiya avahiya  Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo veda.

Konê protestokirinê bi wêneyên rêber Abdulah Ocalan hatiye xemilandin. Endama PYD`ê Necah Gilo di çalakiyê de axivî û soza berdewamkirina çalakiyan da û got: "Bila dewletên dinyayê bizanin ku em ê ji bo Serokatiya xwe li ser pêyan bin, em ê ji bo Serokatiya xwe têkoşîn û berxwedanê bikin. Hêza me heye û em ê dijmin jî bi xwe re bişewitînin."

Her wiha Mûna Yûsif endama Koordînasyona Kongreya Star axivî û diyar kir ku di destpêkê de bi navê hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komploya ku duh qewimî, şermezar dikin û ev kiryar berdewamkirina Komploya 15`ê Sibatê ye û bang li hemû rêxistinên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin. يهyan da û got: "bera dewletên nn daabe didomea avahiya komiseriya karûbarê.
ANHA

Mijarên Din