Li Qamişlo li ser çand û zimanê Kurdî semînerek hate dayîn

Hebestvan û nivîskar Konê Reş: Ji berê heta roja me ya îro çanda Kurdî rastî hewldanên qirkirinê tê, tevî hemû zextan gelê Kurd bi nasnameya xwe ve girêdayî ye û çand û zimanê xwe parast.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi boneya vekirina Hola Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo semînerek li ser çand û zimanê Kurdî û rola wê di şoreşa Rojava de da.

Semîner li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate dayîn. Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, endamên saziyên civaka sivîl ên bajarê Qamişlo, rewşenbîr û kesayetên serbixwe amade bûn.

Semîner ji aliyê helbestvan û nivîskarê Kurd Konê Reş ve hate dayîn. Konê Reş behsa girîngiya çanda Kurdî, asta înkirina gelê Kurd û çanda wî li her aliyên Kurdistanê ji aliyê dewletên mêtînger ve, berxwedana gel a parastina çand û zimanê xwe û girêdana gel bi adet û kevneşopiyan kir.

Konê Reş anî ziman ku" Ji berê heta roja me ya îro çanda Kurdî rastî hewldanên qirkirinê tê, lê tevî hemû zextan gelê Kurd bi nasnameya xwe ve girêdayî ye û çand û zimanê xwe parast."

Konê Reş semîner bi van gotinan bi dawî kir "Zimanê Kurdî rolek mezin di şoreşa Rojava de list, bi keda ciwanan gavên mezin hatin avêtin, bi saya şehîdan gelê Kurdî bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibe. Mafê her gelekî ye bi zimanê xwe biaxive."

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din