Li Qamişlo mayinek hate bêbandorkirin

Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayineke ku li nêzî cihê teqînê yê li bajarê Qamişlo hatibû bicihkirin, bê bandor kir.

Erebeyeke bombebarkirî ji cureya Van nêzî saet 13:30’an li aliyê bakurê Çerxerêya Sonî ya naverasta bajarê Qamişlo teqiya û di encamê de gelek birîndar çêbûn. Her wiha zirarên madî gihaştin mal û milkên sivîlan.

Piştî teqînê dema ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin cihê teqînê, mayina ku li nêzî cihê teqînê hatibû bicihkirin dîtin û ew bê bandor kir.

Heta niha der barê teqînê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din