Li Qamişlo nîşaneyên hişyariyê li ser rêya sereke hatin danîn

Ji bo qezayên trafîkê li ser rêyên sereke li kantona Qamişlo çênebin û parastina ewlehiya giştî Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneyên hişyariyê yên trafîkê li ser rêya giştî danîn.

Endamên buroyê nîşaneyên hişyariyê yên girêdayî Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser rêyên sereke li kantona Qamişlo danîn. Endaman li ser Rêya Elî Firo ya di navbera bajarê Qamişlo û rêya navneteweyî de piştî zîftkirina rê ji aliyê Şaredariya Gel ve, nîşane danîn.

Der barê mijarê de endamên polîsên trafîkê yên bajarê Dêrikê, metebên di têketina bajêr de boyax kirin da ku baş bên dîtin û qeza pêk neyên.

(jo)

ANHA


Mijarên Din