Li Qamişlo pêşangeheke wêneyan û kardestiyan hate vekirin

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşangeheke wêneyan û kardestiyan vekir û şanoyek pêşkêş kir.

Bi sponseriya Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo pêşangeheke wêneyan û kardestiyan vekir. Her wiha bi beşdariya gelek hunermendên ji Tebqa, Reqa û navçeya Amûdê şanoyek li ser zilma desthildaran hate pêşkêşkirin.

Pêşangeh bi beşdarbûna endamên saziyên civaka sivîl, Kongreya  Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û hejmareke mezin ji şêniyên Qamişlo hate vekirin.

Li cihê çalakiyê hejmareke mezin ji tabloyên li ser rastiya jiyana gelê Sûriyê hatin daliqandin û tiştên ji foloklora Kurdî ya resen ku bi destan hatine çêkirin, hatin danîn.

Endamê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê Bêkes Darî diyar kir ku ew ji beriya 3 mehan ve tabloyan  amade dikin û wiha got: "Ji ber rewşa Koronayê, me pêşangeh heta çend mehan dereng xist. Hemû tablo û wêneyên hatine daliqandin ên xwendekarên bajarê Reqa, Tebqa û navçeya Amûdê ne."

Bêkes Darî wiha berdewam kir: "Armanc ji pêşangehê ew e ku em moralê bidin şêniyan û çand û nasnameya wan ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye çewistandin, vegerînin. Nexasim a şêniyên bajarên Reqa û Tebqayê."

Her wiha destnîşan kir ku derdorê 35 hunermend û wênexêzên ji Tebqa, Reqa û Amûdê, beşdarî çalakiyê bûne.

Di dawiya pêşangehê de şanoyek li ser zilma desthildaran hate pêşkêşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku dê çalakiyên Tevgera Mezopotamiyayê heta 13`ê Tîrmehê berdewam bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din