​​​​​​​Li Qamişlo qeza: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Qamişloyê ji ber qezaya trafîkê ciwanekî 26 salî jiyana xwe ji dest da.

Qeza li kolana Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo çêbû, erebeyek cûre "Gep" û motorsiklêtek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de xwediyê motorsiklêtê Beşar Mihemed Salih Dihêmî yê 26 salî jiyana xwe ji dest da. Hêzên Asayîşê cenazeyê Beşar rakirin nexweşxaneya Fereman a bajarê Qamişlo.

ANHA


Mijarên Din