Li Qamişlo şahiya Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir

Beriya çend kêliyan li kantona Qamişlo bi beşdariya bi hezaran jinên kantonê yên Kurd, Ereb û Suryan şahiya Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest pê kir.

Ji saetên sibehê de bi sedan jinên kantona Qamişlo ji tevahî pêkhateyan da ku Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin, berê xwe da Bendava Mizgeftê ya girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantonê.

Şahî bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" li dar dikeve.

Ya herî balkêş di şahiya îsal de, beşdariya tevahî jinan bi cilên folklorîk ên ku nîşaneya her pêkhateyekê ne, ku dîrok û çanda her pêkhateyekê nîşan didin.

Tê payîn ku çalakiyên şahiyê yên girseyî, bi xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de û xwendina nameya jinên kantona Qamişlo dest pê bikin. Her wiha dê çalakiyên şahiyê bi stran û dîlanên folklorîk bi dawî bibin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din