Li Qamişlo salvegera qirkirina ermenan hat bibîranîn

Bi dehan Ermenên bajarê Qamişlo salvegera qirkirina Ermenan a sala 1915’an bi toreneke olî bi bîr anî.

Dewleta Osmanî di sala 1915’an de li ser pêkhateyên Ermen qirkirina pêk anî. Di komkujiyê de nêzî 1,2 milyon Ermen hatin qetilkirin. Pêkhateyên Ermen her sal ji bo bîranîna 24’ê Nîsanê Qirkirina Ermenan li gorî ola xwe vê rojê bi bîr tînin.

Îro bi dehan Ermenên bajarê Qamişlo salvegera qirkirina Ermenan li dêra Qadîs Hagob a li taxa Wehdê bi toreneke olî bi bîr anî.

Dêr ji aliyê hêzên Sotoro ve hat parastin.  Destpêka bîranînê rahip salvegera roja qirkirina Ermenan bi bîr anî û dîroka qirkirina vegot. Piştî axaftina rahip, li gorî pîvanên olî torenê dest pê kir.

Piştî torenê pêkhateyên Ermen ber bi dêrê ve meşiyan.  Di meşê de koma bandoyê jî amade bû.  Bîranîn bi xwendina helbestên têkildarî qirkirinê bi dawî bû.

Malbata Dîkran Xezariyan di sala 1922’yan de ji bajarê Êlihê navçeya Sasonê koçberî bajarê Qamişlo bûye.  Di qirkirina de ji malbata wî gelek kes hatine qetilkirin û îro jî ji bo bîranîna komkujiyê di dêra Qadîs Hagob de amade bû. Dîkran Xezariyan têkildarî bîranîna komkujiya Ermenan ji ajansa me re axivî û got: “Xwesteka dewleta Osmanî ya tunekirina Ermenan pêk nehat. Ew komkujî tu carî nayê ji bîr kirin.  Berdewama dewleta Osmanî dewleta Tirk jî heman polîtîkayan dimeşîne û li dijî hemû hebûna pêkhateyan disekinin. Em li vir hemû pîvanên olên xwe di nav aramiyê de pêk tînin. Dewleta Tirk a dagirker naxwaze em li Rojavayê Kurdistanê de jî di nav aramiyê de bijîn.”

ANHA


Mijarên Din