Li Qamişlo şehîd Lewend Qamişlo hat oxirkirin 

Bi sedan şeniyên bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan bi meresîmeke girsayî cenazeyê şehîd Umran Osman spart axê.

Îro bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Umran Osman (Lawend Qamişlo) li goristana şehîd Delîl Saroxan a li bajêr oxir kir ku di 1`ê Îlonê de di encama qezayekê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê û Meclisa Malbatên Şehîdan hazir bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/27/180638_ebdulkerm-omer.jpg

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, Ebdulkerîm Omer axivî û got. “Em di şexsê şehîd Umran hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Hêza gelê Rojava xurt e, ji ber vê yekê dijmin bi çekên giran êrişî xaka me dike. Lê belê em weke gelê rojava dibêjin; em dev ji axa xwe bernadin û em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dijmin îro pêşengên civaka me û bi taybet jinan hedef digre bi taybet jinên Kurd. Em ê heta henaseya xwe ya dawî li ber xwe bidin û em ê xeta şehîdên xwe biparêzin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/27/180659_egd-qamislo.jpg

Li ser navê hêzên leşkerî ya bajêr Egîd Qamişlo axivî û got: “Heval Lawend di destpêka şoreşê de cihê xwe di nava şoreşê de girt. Ew di akademiyê de perwerde dida hevalên xwe û wan fêrî jiyana rast dikir. Hevalê Lawend di şoreşê de kedeke pir mezin daye.”

Egîd Qamişlo wiha domand: “Ev bû 10 sal gelê me li ber xwe dide, ev rê û rêbazên ku dijmin bi kar tîne dixwaze şoreşa me bişkîne. Lê belê ev ê hertim ji bo dijmin weke xeyalekê bimîne. Heta ku malbatek weke malbata şehîd Lawend hebe wê ev şoreş bi ser keve. Em weke hêzên leşkerî soza xwe nû dikin em ê li ber xwe bidin.”

Endamê Meclisa Malbata Şehîdan a bajarê Qamişlo Revîn Şexmûs nasnameya şehîd Lawend xwend û radestî malbatê şehîd kir..

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Lawend Qamişlo di nav tilîliyên dayîkan de spart axê.

(dg)

ANHA


Mijarên Din