Li Qamişlo şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn

Li Qamişloyê şehîdên meha Hezîranê yên ku di dem û cihên cuda de di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne û şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Merasîm li Goristana şehîd Delîl Saroxan a taxa Enteriye li dar ket. Bi dehan malbatên şehîdan, şêniyên bajarê Qamişlo, meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê û Qamişlo, endamên saziyên sivîl, şervanên YPG û YPJ`ê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de malbatên şehîdan wêneyên şehîdên xwe hildan û wêneyên şehîdên meha Hezîranê danîn navenda qada goristanê.

Merasîma bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Weid Ilêwî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Şehîdên me kaniya serfirazî, şeref û rûmetê ne. Em moral ji fedekariyan wan digirin. Ji ber ku ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin. Ji ber wê em soz didin wan ku layîqî wan bin û destkeftiyên ku bi dest xistine biparêzin."

Piştî wê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Wecdî Beta yê bavê 3 şehîdan axivî û serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine pêkanîn li tevahiya malbatên şehîdan pîroz kirin. Bavê şehîdan diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind in û dê bîranîna wan hertim di dilê wan de zindî be.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta şehîdên meha Hezîranê hatin xwendin. Piştre Meclisa Malbatên şehîdan plaketên bi wêneyên Ocalan dan malbatên şehîdan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din