Li Qamişlo şehîdên Tebaxê hatin bi bîranîn

Li Qamişlo 100 şehîdên tekoşîna azadiyê yên meha Tebaxê bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo mersîma bîranîna 100 cangoriyên ên ji tevgera rizgariya Kurdistanê, YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tevgera Civaka Demokratîk ên di meha Tebaxê de şehîd bibûn, orgerîze kir. Merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Delîl Saroxan

Malbatên şehîdan, hevalên şehîdan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevî şêniyan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Can Welat, Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em bejna xwe li ber şehîdên ku ji bo ewlehî, aştî û rûmetê canê xwe feda kir ditewînin."

Mihyedîn Hesen got: "Rojane li dijî destkeftiyên şehîdên me gef têne xwarin. Hêzên me hene û êdî em ji wan gefan natirsin. Bi deh hezaran ji şervanên herêmê şopdarên rêya şehîdan in." 

Piştî bi dawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs nasnameyên şehîdan xwendin. Piştre beşdaran gul û mûm danîn ser gorên şehîdan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din