Li Qamişlo û Tirbespiyê bi boneya 4`ê Nîsanê dar hatin çandin

Bi boneya rojbûna Rêber Ocalan, komîta Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya Qamişlo bi hevkariya Saziya Malbatên Şehîdan 300 darên cur bi cur li goristana şehîdên sivîl ya bajarê Qamişlo çandin, li aliyekî din Kongra Star jî li navenda xwe ya Qamişlo dar çandin.

QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan di 4`Nîsanê de li gundê Amara yê bajarê Rihayê yê Bakurê kurdistanê  di sala 1949‘an de ji dayik bûye.

Her sal gelê Kurd rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi çandina daran û şahiyan pîroz dikin, lê ji ber rewşa qedexeya çûn û hatinê her wiha qedexeya kombûnê ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye ji ber sedema koronavîrusê şahî nehatin lidarxistin, tenê bi çandina daran hat pîrozkirin.

TIRBESPIYÊ

Di heman mijarê de Buroya Jîngehê ya navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Buroya Jinan 460 dar di 3`ê bexçeyên navçeya Tirbespiyê de çandin.

Navên bexçeyên ku dar lê hatin çandin wiha ne: baxçeyê şehîd Zekiya, şehîd Nûda û bexçeyê Rêber Ocalan.
ANHA


Mijarên Din