Li Qamişlo têkildarî ola Êzidiyatî panelek li dar xist

Saziya Êzidiyan ji bo danasîna ola Êzidiyatî panelek bi diruşmeya "Ez Êzidî me, min nas bike" li dar xist.

Ji bo rakirina şaştiyên ku li ser ola Êzidiyatî di civakê de hatin avakirin, Saziya Êzidiyan panelek bi diruşmeya "Ez Êzidî me, min nas bike" li avahiya xwe ya bajarê Qamişlo li dar xist. Panel ji aliyê pisporên di warê baweriya Êzidiyatî de hate birêvebirin.

Di panelê de ola û nasnameya Êzidiyatî, jinên Êzidî û mafên wan di ola Êzidiyatî de hatin şîrovekirin.

Zêdeyî 50 kes ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Kurd, Ereb û Suryan) beşdarî panelê bûn ku bi rêya "Zoom" hate lidarxistin.

Rojnamevan û pisporê kar û barên Êzidiyatî Cabir Necdo û çalakvana sivîk Medlên Şêxo wateya rast a civaka Êzidî, cihên ku lê belav dibin, azarên ku di dîrokê de kişandine, rola jinên Êzidî û zehmetiyên ku kişandina û çawa xwe ava kirine, şîrove kirin.

Cabir Necdo diyar kir ku li Sûriyê îtîraf bi ola êzidî û civaka wê nedihat kirin û di destura wê de qet qala behsa êzidiyan nehat kirin, mîna ku mislmanên nêzî êzidiyan dibûn.

Necdo destnîşan kir ku di saziyên hikumeta Sûriyê de Êzidî ji mafên xwe bi par hatibûn hiştin û îtîraf bi nasnameya wan nedihat kirin. Di dema aloziya Sûriyê de komkujî li dijî wan hatin kirin, mînaka vê fermana sala 2014'an a li Şengal û heta niha li herêmên opozisyona Sûriyê binpêkirin li dijî wan têne kirin.

Cabir Necdo diyar kir ku bi ragihandina Rêveberiya Xweser re êzidiyan di saziyan de xwe bi rêve birin û mafên xwe bi dest xistin.

Madlên Şêxo jî bal kişand ser rewşa jin di ola Êzidiyatî de û girîngiya cihê wê bi mînakên ji dîrokê bi bîr xist, her wiha qala rola mezin a jinên Êzidî di şerê li dijî terorê û şikandina jiyana koletiyê kir.

Madlên Şêxo got, civaka Êzidî ji mafên perwerde û nêrînê bê par hatibûn hiştin, lê dema niha rêxistina xwe ava kirin û beşdarî rêvebirina siyasî û civakî û leşkerî bûn.

ANHA


Mijarên Din