Li Qamişlo zîftkirina rêyan berdewam e 

Şaredariya Gel a navçeya rojhilat a girêdayî bajarê Qamişlo, bi sponseriya şîrketa Zagros ku pê re heypeymana zîftkirina rêyên navçeyê mohr kiriye, xebata xwe ya zîftkirina rêyan berdewam dike.

Şaredariyên her du navçeyan ên rojava û rojhilat ên girêdayî bajarê Qamişlo bi şîrketa Zagros re, da ku rêyên bajêr zîft bike, di 23`yê meha Nîsanê de hevpeman mohr kirin. Li ser vî esasî di 9`ê meha Gulanê de dest bi xebatê kirin û heta niha gelek rêyên rojhilat ên têketina bajêr, her wiha kolanên di nava taxa Sînaa de zîft kirine. Niha jî dest bi zîftkirina rêyên taxa Erbawiyê ya li aliyê rojhilatê bajêr kirin.

Serpereştên projeyê diyar kir ku şîrket dê xebata xwe ya li navçeya rojhilat heta zîftkirina hemû rêyên wê bi dawî bike, berdewam bike.

Piştî ku zîftkirina rêyên navçeya rojhilat bi dawî bibe, dê şîrketa Zagros berê xwe bide zîftkirina rêyên navçeya rojava jî. Tê zanîn ku şaredariya navçeya rojava hemû rêyên navçeyê yên rastî xerabiyê hatine, sererast kirin.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din