Li Qamişloyê 80 ton ard hate desteserkirin

Zabiteya Zimhêrê ya Qamişloyê 80 ton ard di 4 depoyan de li gundewarên bajarê Qamişloyê desteser kir. Her wiha zabiteyê girtekên pêwîst li dijî kesên ku hewl didan wê miqdarê di sûka reş de bifiroşin, girtin.

Di demekê de ku li deverên herêma Cizîrê pirsgirêka nan heye, Zabiteya Zimhêrê ya bajarê Qamişlo di 4 depoyan de 80 ton ard desteser kir. Xwediyên wan depoyan her du cureyên ard ên esmer û zîro tevlihev dikin û bi buhayê ardê zîro difiroşin firinên taybet.

Hevserokê Rêveberiya Zimhêrê ya herêma Cizîrê Ebdulselam Celûd ji ANHA`yê re diyar kir ku Zabiteya Zimhêrê çavdêriya aşan zêde kiriye û 4 depoyên ard desteser kirin û wiha domand: “Çend bazirganên ard hatin girtin. Dê girtekên qanûnî li dijî wan bêne girtin. Miqdara ku hatiye desteserkirin, dê cezayên malî li wan bêne ferzkirin û piştre dê ji aliyên têkildar re bêne radestkirin da ku Ii gorî qanûnê bêne cezakirin.”

Celûd destnîşan kir ku dizîna ard sedemek e ku ji ber wê aloziya nan li herêmê derketiye.

Ev toreya bazirganan ji 12 kesan pêk tê û lêgerîna endamên din ên toreyê berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din