Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê gelek çalakî hatin lidarxisitn

Îro li bajarê Qamişlo bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Dijî Jinan saziyên jinan ên herêma Cizîrê gelek çalakî li dar xistin.

Nivîgeha Jinan a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, çalakiyek li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Sûriyê, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de tundiya siyasî wate, cure, sedem, bandora wê li ser civakê û cureyên wê çi ne hate nîqaşkirin.

Nûneran tundiya cinsî, bedenî, hestî û aborî û astengiyên ku li pêşiya tevlêbûna wan di warê siyasî de dibin kelem gotûbêj kirin.

PANEL

Desteya Jinan a herêma Cizîrê bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê û qirkirinê re, bi hev re jinê û jiyanê biparêzin” li hola Zana ya li Qamişlo panelek li dar xist. Nûnerên 29 saziyên jinan, partî, rêxistinên jinan û Rêveberiya Xweser tev li panelê bûn.

Di panelê de tevlêbûna jinan di çêkirina biryaran de, pergala hevserokatiyê hatin nîqaşkirin. Beşdaran piştrast kir ku jinan roleke pêşeng di birêxistinkirina civakê û şoreşa Rojava de lîstiye.

Her wiha cureyên tundiya bedenî, manawî û aborî yên ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve li dijî jinan hatin kirin, bû beşek ji nîqaşên beşdarên panelê. Her wiha hate destnîşankirin ku jinan li bakurê Sûriyê karî tevahiya astengiyan derbas bike, bi rêya lidarxistina panel û komxebatan xwe li tevahiya astan birêxistin bike.

Beşdarên panelê bi bîr xistin ku jinên Kurd di qada têkoşînê de xwe îsbat kir û bi saya perspektîfên rêber Abdullah Ocalan tevahiya zehmetiyên ku li pêşiya wan derdiketin derbas kir û gihaşt astekê ku ji tevahiya jinên li Rojhilata Navîn re bibe pêşeng.

Di panelê de belgefîlmek girêdayî pêvajoyên hevserokatiya di dîrokê de û heta roja me ya îro û destkeftiyên ku di pergala hevserokatiyê de hatine bidestxistin û rola wê di warê siyasî de hate pêşandan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din