Li Qamişloyê hemleya çandina daran berfireh dibe

Pirsgirêka qutbûna avê rastî însiyatîfa şêniyên taxa Hilîliye ya Qamişloyê tê. Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo soza avdana daran da. Destpêkê dê bi rêya sahrîcan av bide heta ku nirxandina kolandina bîrekê bi dawî dibe.

Bi dehan şêniyên taxa Hilîliye di dawiya meha Nîsanê de dest bi çandina daran kir. Heta niha hejmara darên ku hatine çandin, gihaşt 660 darên ciêreng mîna sewlî, merx, şemsiye û darên berhemdar mîna qeysî (mişmiş) û tirî.

Destpêkê du ciwanan dest bi vê însiyatîfê kir û 20 dar di rûbereke biçûk de çandin. Piştre şênî tev lê bûn û dest bi çandina daran kir. Armanca sereke ji însiyatîfê ew e ku şînkahî li bajêr zêde bibe û ji bo şêniyan bibe cihê seyranê.

Şênî rojane daran av didin, axê berkol dikin û kesax dikin. Şêniyê bi navê Ebdulhekîm Şikrî Holî tev li însiyatîfê bûye û dibêje: "Tenê pirsgirêka avê li cem me heye. Şêniyan bi însiyatîfa xwe dar av didan.”

Holî diyar kir ku wan daxwaznameyek ji Şaredariya Gel re ji bo ku desteka projeya wan bike, pêşkêş kirine û got: "Şaredariyê soz da ku dê bîrekê li nêzî projeyê bikole ji bo ku dar werin avdan. Lê heta niha ew soz pêk nehatiye."

Hevserokê Şaredariya Gel Nûrî Ibrahîm sedema ku ji ber wê şaredarî heta niha soza xwe neaniye cih destnîşan kir û got: "Çandina daran nirxandinekê ji hêla endazyarên çandiniyê ve dixwaze. Şêniyan jî bi xwe bêyî koordîneya bi şaredariyê re dar çandin. Lê şaredarî dê soza xwe bîne cih."

Nûrî diyar kir ku şaredarî ji îro ve dê bi awayekî demkî daran bi rêya sahrîcan av bide heta ku nirxandina kolandina bîrekê li nêzî projeyê bi dawî dibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din