Li Qamişloyê li ser xwesteka şêniyan navendên belavkirina nan zêde bûn

Li ser xwesteka şêniyên bajarê Qamişlo, hejmara navendên belavkirina nan bûn 24 navend. Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê di navbera hewldana başkirina nan de ye.

Ji bo sivikkirina qerebalixa Ii ser firneyên nan û ji bo her kes nan bistîne, Rêveberiya Giştî ya Firneyan a girêdayî Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê, 21`ê Tîrmehê navendên belavkirina nan li taxên herêma Cizîrê vekirin.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Firneyan 55 navend li herêma Cizîrê hate vekirin, ji wan 19 navend li bajarê Qamişlo û 32 jî li bajarê Hesekê û 4 jî li navçeya Dirbêsiyê.

Li ser xwesta şêniyên  bajarê Qamişlo, hejmara navendên belavkirina nan bûn 24. Navend li van taxên Qamişlo hatine vekirin: Cûdî, Elya, Hilko, Kornîş, Enteriyê, Qudirbeng, Erbewiyê, Suryan, Xerbî, Hilêliyê û Hîmo.

Rêveberiya Giştî ya Firneyan bi kordîneya bi komînan re, nan bi rêya kertên taybet li şêniyan belav dike, da ku qerebalix çênebe û her kes nan bistîne.

ŞÊNÎ DAXWAZA DIYARKIRINA DEMA BELAVKIRINA NAN DIKIN

Şêniyên taxa Colan a bajarê Qamişlo dane zanîn ku sîstema vekirina navendên belavkirina nan, êşa wan a peydakirin nan kêmtir kir, lê gazincên nediyarkirina demeke diyarkirî ji bo belavkirina nan kirin.

Mihêdîn Mihemed Şerîf Hisên ê ji taxa Colan anî ziman ku vekirina navendeke belavkirina nan li herêma wan gaveke baş e û bi rêya kertan êdî her kes nan dibe.

Hisên bal kişand ser qerebalixê hin caran li ser navendên belavkirina nan û got: "Ji ber dema belavkirina nan, em zehmetî dibînin. Derengmayîna belavkirina nan û nediyarkirina demeke diyarkirî, dibe sedeme ku em gelek caran derengî biçin ser karê xwe."

Edle Tewfîq Xelîl jî daxwaza diyarkirin saetên diyarkirî ji bo belavkirinan nan û zêdekirina hejmara navendên belavkirinê kir.

Ibrahîm Yûsif ê ji taxa Xeribî jî daxwaza başkirina qelîteya nan kir.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Mîdya Osê diyar kir ku hejmara navendên belavkirina nan li Qamişlo ji 19 bûn 24 navend û da zanîn ku ew di niha di nava hewldanên başkirina qelîteya nan in.

Der barê daxwaza şêniyan a diyarkirina saetên belavkirina nan jî, Mîdya Osê got: "Ji saet 7:00 heta saet 13:00`an de, wê nan were belavkirin."

(kc)

ANHA


Mijarên Din