Li Qamişloyê zarokek bi guleyekê birîndar bû

Zarokek li bajarê Qamişlo bi guleyekê birîndar bû. Zarok rakirin nexweşxaneyeke Qamişloyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir.

Zaroka bi navê Ş.H. a 15 salî li mala xwe ya li taxa Mesakinê Mualimîn (Taxa Mamosteyan) a bajarê Qamişlo birîndar bû û malbata wê ew rakir nexweşxaneyê.

Kadroyên tenduristiyê diyar kir ku zarok ji newqa xwe birîndar bûye û niha rewşa wê baş e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

eh

ANHA


Mijarên Din