Li Qudisê ciwanek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn

Polîsên Îsraîlê li bajarokê Îsawiyê yê bakurê Qudisê ciwanekî filisîtnê qetil kir û 4 jî birîndar kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi dest xistine, di pevçûnên li bajarokê Îsawiyê yê bakurê bajarê Qudisê de ciwanek di 20 saliya xwe de ji aliyê polîsên Îsraîlê ve hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku xelkên bajarokê Îsawiyê li dijî operasyonên sergirtinê yên Îsraîlê çalakiyek protestoyî li dar xistin. Hêzên Îsraîlê bi bombeyên deng û gazan mudaxeleya çalakiyê kir.

Radyoya Îsraîlê jî ragihand ku polîsên Îsraîlê bi îdiaya ku lîstokên agir avêtiye dewriyeya wan gule li ciwanekî ji bajarokê Îsawiyê yê Qudisê barand.

Çavkaniyan diyar kir ku polîsan bê serûber gule direşandin û bombeyên deng û fîşekên lastîkê davêtin da ku ciwanan belav bikin.

Serokê Komîteya Malbatên Dîlgirtiyên Filistînê li Qudisê Emced Ebû Eseb diyar kir ku ciwanê bi navê Mihemed Semîer Ubeyd (20) 3 salan di girtîgehên Îsraîlê de ma û di 24‘ê Hezîrana 2018‘an de hat berdan.

ANHA


Mijarên Din