Li Raî teqîn

Li bajrokê Raî ya herêma Babê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku hate bidestxistin, beriya çend kêliyan li bajarkê Raî yê girêdayî herêma Babê ku ji aliyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, li nêzî deriyê sînor wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Tê gotin ku ji ber teqînê 3 çeteyên girêdayî Tirkiyê û 4 sivîl di navbera kuştî û birîndar de hene.

Heta niha tu alî teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA


Mijarên Din