Li Îranê bi hovane li jinekê dan

Gelek mêran bi sedema ku ser vekirî û li kolanê dileyize, bi awayekî  hovane li jinekê dan.

Li gorî nûçeya di SkyNewsê de hatibû parvekirin, dîmenê jineke îranî ku ji ber wekî dijatiya zogonên welêt dike hate dîtin, bi awayekî hovane hat lêdankirin.

Dîmenê jina Îranî ku ji ber ser vekirî û li orta kolanê dilîst, lêdan xwar, Li ser malperên medyaya civakî hate belavkirin.

Ew jin li kolanekê li bajarê Reşt a li bakur rojavayê Îranê bû, hate lêdankirin.

Her kesê di kolanê de dimeşiya alîkariya wê nekirin, berovajî vê tenê bûn temaşevan û bi wê keniyan.

Hêjayî bibîrxistinê ku Îran hîn jî tundiya li hemberî jinan pêk tîne û mafên wê diçewisîne, ji ber vê yekê jinan neçarî lixwekirina cilên dirêj û sergirtinê dikin.Tê zanîn ku li gorî zagona rejîma Milalî ya 1979`an ku jin gihaşt temenê 13`an divê li van pîvana tev bigerin û kesên dijatiyê bikin baca 500 hezar riyalî anku nêzî 17 lîreya Istirlînî, li wan tê xistin.

 (eh)


Mijarên Din