Li Îranê hejmara kesên  ji ber vîrusa korona dimirin zêde bûn

Li Îranê ji ber vîrusa korona 8 kes mirin. Tê diyarkirin ku dibe Tehranê têxin karantînayê.

Li Îranê hejmara kesên ji ber koronavîrusê mirine bû 8. Tê diyarkirin 43 kes nexweş ketine.

Serokê Meclîsa Şaredariya Tehranê Mûhsen Haşemî diyar kir ku heke hejmara nexweşan zêde bibe, dibe ku bajar têkeve karantînayê.

Rayedaran diyar kirin ku ji nav 31 eyaletan li 14 eyaletan dibistan, zanîngeh, zanîngeh, eywanên sînemayê û qadên din ê çandî hatine girtin.

Iraqê çûn û hatina ji Îranê qedexe kir. Tirkiyeyê jî diyar kir ku heta demeke nediyar wan çûn  û hatina li ser sînor û a rêya hewayî dane sekinandin.

Afganistanê çûn û hatina rêya bejahî û ya hewayî  ya Îranê qedexe kir. Pakistanê jî biryar daye ku sînorê xwe yê bi Îranê bide sekinandin.


Mijarên Din