Li Îranê jineke hunermend ji ber stran bi tena xwe got, rastî lêpirsînê hat

Hunermenda Îranî Nîgar Meazem bi tewanbariya ku bi tena xwe stran li pêşiya keştiyaran bi çilê gelerî gotiye, li djiî wê doz hate vekirin.

Hunermenda Îranî Nîgar Meazem ji bo lêpirsîna li pêşiya serdozgeriya giştî hate vexwedin.

Sedema vexwendinê bi tewanbariya ku li pêşiya komeke ji keştiyarên li gundê Îbyana yê girêdayî herêma Esfehan ku bi mîmariya xwe ya cihêwaz tên naskirin, stran gotiye.

Di 17`ê meha Gulanê de Nîgar dîmenê xwe yê dema ku li Îbyana distirê belav kir, yekser li ser medya civakî belav bû.

Hêjayî bi bîr xistinê ku jinên li Îranê azara qeyd û bendan ji aliyê rejîma melalî ya Îranî ve  dikişînin. Di vê çarçoveyê de ji 1924`an de jin ji hunermendiyê û derketina bi tena xwe ser dike pê par maye, divê koma mûzîkê ji mêr û jina pêk were da ku jin karibe stran bêje.

(eh)


Mijarên Din