Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilata Îranê dewam dike. Di rojên borî de çalakvanên siyasî û sivîl banga greva giştî li hemû gelên Îranê kiribûn. Li ser bangê, danê siharê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî destpê kir, tê payîn grev 2 rojên din dewam bike.
Li gorî agahiyan, danê siharê li bajarê Kirmaşan, Sine, Ciwanro, Pawe, Mahabad, Bane, Dîwander, Îlam, Dolan, Urmiye, Merîwan û gelek bajarên din, esnaf û kasibkaran deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn bazarê.
Li bajarên Îranê jî, Erak, Şîraz, Tewrêz, Kazrun, Kirman, bajarên parêzgeha Sîstan û Beluçistanê jî, welatî û dikandar tevlî greva giştî bûn. Tê payîn îro li gelek bajaran xwepêşandanên mezin jî werin lidarxistin.