Li Reqa û Tebqayê 157 hezar xwendekar derbasî ezmûnan bûn

Îro zêdetirî 110 hezar xwendekar ber bi 318 dibistanên li bajarê Reqa û gundewarên wê ve çûn da ku ezmûnên werza duyemîn pêşkêş bikin. Her wiha 47 hezar xwendekaran li bajarê Tebqayê dest bi ezmûnên xwe kir.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê rêbazek plankirî, da ku proseya ezmûnan serkeftî derbas bibe, danî û her wiha da ku bernameya ezmûnan baş were derbaskirin, xwendekar li holan belav kirin.

Têkildarî mijarê berdevkê Rêveberiya Giştî yê Dibistanan Mihed Himla got di sala perwerdeyê ya 2018/2019`an de hejmara xwendekaran gihaşt 109 hezarî, li Reqayê jî hejmara xwendekaran bi awayekî berbiçav zêde dibe, bi taybet piştî vegera ewlehiyê li bajêr. Li ser vî esasî hejmara giştî a mamosteyan gihaşt 4 hezar û 313’an. Her wiha hejmara dibistanan jî gihaşt 318’an.

(eh)

ANHA


Mijarên Din