Li Reqa û Tebqayê çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li Reqa û Tebqayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan çalakî hatin lidarxistin

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan rêzeçalakî li dar xistin.

Endamên nivîsgeh û meclisên jinan ên Reqayê serdana şervanên YPJ’ê kir û ji aliyê şervanên YPJ’ê û endama rêveber a Rêveberiya Meclisa Leşkerî Jînda Reqa ve hatin pêşwaîzkirin.

Di serdanê de, endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem li ser Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan axivî. Meryem spasiya şervanên YPJ’ê yên di oxira rizgarkirina xak û parastina jinan de kedeke mezin dan û didin, kir.

Endama rêveber a Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Jînda Reqa wiha got: "Jinan li ser astên cîhana ereb û rojavayê di tevahî aliyên siyasî, leşkerî û îdeolojîk de hebûn û hêza xwe sepand, her wiha li hember tevahî astengiyên li pêş têkoşîna wê derdiketin sekinîn û bi baweriya xwe ya rasteqîne bi ser ket."

Jînda Reqa wiha domand: "Em YPJ’ê, tevahî şêweyên tundiyê red dikin. Ji ber hebûna jinan di civakê de pêwîstî, parçeyekî girîng a avakirin û berdewama jiyana civakê ye."

Di dawiyê de endamên meclisên jinan nîşaneyeke sembolîk mîna diyariyekê da şervanên YPJ’ê.

DALIQANIDINA PANKTARAN

Her wiha di çarçoveya çalakiyan de, jinên li Reqayê pankart li çerxereyên sereke (Pira Kevin, ketina gundewarên bakur, dîwarê deriya Bexda, deriyê têketina bajar ê li rojhilat), her wiha li ser basên veguhastinê daliqandin.

Li bajarê Teqbayê jî pankrat li ser pira Bendav û têketina sereke ya bajêr hatin dailqandin.

Nivîsên li ser pankratan wiha ne; Tundî karesateke mirovî li dijî tevahî mirovahiyê ye, na ji tundî, koletî û zulma li dijî jinan re, bi hev re li dijî tundiya li ser jin û zarokan bibin yek, zarokên xwe fêr bikin ku jin, dayik, hevrê, jiyan û welat e, min neêşîne hin kes derketin û parastina min dikin, şoreşa jinan bi serkeftinan tacîdar bû û hê jî berdewam e.

Endama Rêveberiya Jinan Tesnîm Necar da zanîn ku armanca daliqandina pankartan hişyarkirin û zanekirina civakê ye.

Tê payîn ku endamên rêveber ên Rêveberiya Jinan a bajarên Tebqa û Reqayê van hemleyan bi şîrovekirina xeteriyên tundî, zewaca di temen biçûk de û pirjinanî berdewam bikin.

SEMÎNER

Girêdayî mijarê, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panelek bi beşdariya nûnerên ji Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, hiqûqnas, nûnerên ji Meclisa Jinan a Sûriyê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr li dar xist.

Di destpêkê de sînavîzyon li ser çîroka sê xweşikên Mirabal hat pêşandan, piştre endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Medya Mistefa şêweyên tundiya li dijî jinan şîrove kirin.

Medya Mistefa wiha berdewam kir: "Diyardeya tundiya li ser jinên ciwan arîşeyeke civakî ye û divê her du zayend têkoşînekê ji bo bidawîkirina diyarde û rakirina astengiyên li pêş xurtkirina jinên ciwan pêk bînin û wan li ser pêşxistina derfet û behreyên wan teşwîq bikin."

Li aliyekî din jî, endama MSD’ê Ceylan Îsmaîl li ser cureyên tundî û zirarên wê axivî û wiha pê de çû: "Çi tundiyek ji hêla malbat an jî hevjîn ve li ser jinan pêk were, dê bi xwe re bandorê li tenduristî û derûniya jinê bike."

Ceylan Îsmaîl wiha diyar kir: "Ji sedemên tundiya li dijî jinan, kêmbûna zanînê di nava civakê de ye û li rex wê jî kevneşopiyên paşverû hene."

Di dawiyê de , jinan li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, behsa kiryar û sûcên li herêmên dagirkirî yên li dijî jin û zarokan kirin û li ser çareseriya têkbirina vê diyardeyê jî axivî.

(fr)

ANHA


Mijarên Din