Li Reqayê 2 hezar û 800 kes ketin ezmûna mamostetiyê

2 hezar û 800 kes da ku mamostetiyê li dibistanên Reqa û gundewarên wê bikin, ketin ezmûna asta mamostetiyê ku li navenda Komîteya Perwerde û Fêrkirinê hat birêvebirin.

Bi rêvebirina Komîteya Perwerde û Fêrkirinê 2 hezar û 800 kesên ku xwedî bawernameya qonaxa navîn, peymangehên teknîkî û hemû bawernameyên zanîngehan in, da ku li dibistanên Reqayê erka mamostetiyê wergirin, ketin ezmûnê.

Di vê derbarê de cîgirê hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya li bajarê Reqayê Yûsif Mihemd got: "Vê sibê me li navendên perwerdeyê yên li bajêr û gundewarên wê, ezmûn ji kesên ku beşdarî dewreyên materyalên demsala havînê bûne re çêkir."

Navendên ku ezmûn lê hatine çêkirin, ev in: Navenda Hezîma ku li bakurê Reqayê dikeve, navenda El-Keramê ku li rojhilatê Reqayê, El-Qehtaniyê ku li bakur-rojavayê Reqayê ye, El-Galta ku li bakurê Reqayê ye, El-Kesrat li başûrê Reqayê, Fakulteya Zanistê û Fakulteya Wêjeyê ya li bajarê Reqayê.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din