Li Reqayê 28 hezar donim bûye xwelî

Li bajar û gundewarên Reqayê heta niha zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim û ceh şewitîn. Gerînendetiya Çandiniyê ji bo rewşên awarte tîmên agirkujiyê li gelek deveran bi cih kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka mewsima çinînê ve bi sedan donim zeviyên genim û ceh şewitîn. Şewata herî mezin a 10‘ê Hezîranê ya li navçeya Tirbespiyê bû ku 100 hezar donim da ber xwe.

Li bajar û gundewarên Reqayê barana îsal ji bo zeviyan xêr û berket bû, lê ji ber şewatan keda wan telef bû ku di encamê de berhema bi hezaran doniman bû xwelî.

Serokê Buroya Serjimariyê ya Gerînendetiya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Heyder El-Mûsa got li Reqayê heta niha 28 hezar donim bûye xwelî.

El-Mûsa got: "Dijmin hewl didin bi rêya şewitandina zeviyan ku jêdera sereke ya qûta herêmê ye, projeya me têk bibe. Li herêmê barana îsal baş bû û mewsim berhemdar bû, lê kesên lewaz pariya gel û aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef."

Heyder El-Mûsa destnîşan kir ku wan ji ber rewşên awarte tîmên agirkujiyê li gelek cihan belav kirin û wiha lê zêde kir: "Divê em rizqê gel biparêzin û ji hev re bibin alîkar û şewatan vemirînin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din