Li Reqayê 3 pir tên sererastkirin

Komîteya Xizmetguzariyên Pêşesazî ya Meclisa Sivîl a Reqa 3 pirin ku gundewarê Reqayê bi bajêr ve girê didin, sererast dikin. Li gorî berpirsên projeyê, di nav mehan de wê xebatên sererastkirina piryan bi dawî bibe.

Ji ber şerê ku li herêma Reqayê qewimîn, gelek pir hatin xirabkirin. Komîteya Xizmetguzariyên Pîşesazî û Meclisa Sivîl a Reqayê piryan sererast dikin.

Serokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê endizyarê medenî Quteybe Miho îşaret bi xebatên xizmetguzariyê yên ku Komîteya Xizmetguzariyê pê radibe kir. Komîteyê li gorî derfetan û plana 2022`an piryan sererast dikin.

Endizyar Quteybe Miho got: "Komîteya Xizmetguzariyên Pêşesaziyê hemû piryên bajarê Reqayê sererast dike. Di encama şerên ku li herêmê qewimîn de gelek pir hatin wêrankirin û li şûna wan piryên demkî hatin danîn. Komîtey Xizmetguzariyên Pîşesaziyê erka sererastkirina hemû piryan girte ser xwe û dê li gorî derfetên heyî û plana endizyariya mîmarî piryan sererast bike."

Miho bi domdarî got: "Komîteya Xizmetguzariyên Pîşesaziyê 2021`ê 3 piryên beton ku ji rîgarên sendok pêk dihat, ava kir. Ev rîgar ji gundewarê rojhilatê Reqayê û Sebahiyê yê gundewarê rojava û pirya Şinîne ya gundewarê bakur hatine kişandin. Her wiha gelek piryên wêrankirî yên li gundewarê Reqayê bi piryên şer an jî bi boriyan hatine guhartin, lê îro bi piştgiriya Meclisa Sivîl a Reqayê em jinûve piryên berê û bi beton û hesin ava dikin."

Miho destnîşan kir ku komîteyê 12 pir sererast kirin.

Derbarê mezinahî û cihên piryan de, Quteybe Miho ev axaftin kir: "Her piryek xwedî şeklek e. Dirêjahiya pirya Sebahiyê 15,5 metre ye û panahî wê 11 metre ye. Pirya Sebahiyê li  ser xeteke avê ye ku diherike çemê Firatê. Pirya hesin a demkî bi pirya beton hate guhartin. Her wiha me pirya Menqele li bajarokê Hemrat ê rojhilatê Reqayê bi rîgarên bi dirêjahiya 16 metreyan û panahiya 12 metreyan guhart, li aliyekî din jî pirya Şinîne ya li ser ava Belîx bi dirêjahiya 15 metreyan û panahiya 10 metreyan tê sererastkirin."

Miho destnîşan kir ku li gorî girîngiya piryê û cihê wê dê sala pêş gelek piryên li herêmê werin sererastkirin.

Li Reqayê û gundewarê wê derdora 60 piryên wêrankirî hene û ji wan 12 pir hatine sererastkirin, ya herî girîng jî pirya Reqa ya Itêc a li ser ava Firatê ye. Ev pir li gorî derfetên Meclisa Sivîl a Reqa û pisporên wê hate avakirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din