Li Reqayê bazirganekî madeyên hişbirê hat girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî du kesên ku madeyên hişbirê li bajarê Reqayê belav dikin û bazirganekî madeyên hişbirê girtin.

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî piştî şopandinê bi operasyonek emnî bazirganek madeyên hişbirê girt.

Li gorî Hêzên Asayîşê, piştî ku hêzê kesek madeyên hişbirê li Reqayê belav dike girtin, di lêpirsînê de li xwe mikur hat. Navê bazirganekî ku li bajarê Mansûra dimîne eşkere dike.

Endamê rêveber ê Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî diyar kir ku hêzê bi wan her du kesan re 36 hezar heb ji cureya Kintegon di erebeyek veguhestina şînkahiyan di nav bajêr de desteser kirine. Piştî wê li gorî qanûnê dosyaya wan veguhestina dadgehê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din