Li Reqayê beşek nû ji erebeyên agirkujiyê hatin radestgirtin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya bajarê Reqatê 4 erebeyên agirkuj ji Şaredariya Gel a Reqayê girtin da ku amade bin ji agiran re di werza çandiniyê de.

Ji ber bilindbûna pileyên germahiyê li bajarê Reqayê û gundewarên wê û ji bo metirsiya pêketina agir bi milkiyetên sivîlan ji mal, dikan û zeviyên çandiniyê Şaredariya Gel a Reqayê 4 erebeyên agirkujiyê pêşkêşî Tîma Destwerdana Destpêkê kirin û erebeyek dîn jî bi hemû pêdiviyên amade ye ku karkerên agirkujiyê bi kar bînin, da.

Yasir Xemîs gerînendeyê Tîma Destwerdana Destpêkê li bajarê Reqayê di vê derbarê de wiha got: "bi nêzbûna werza havînê û destpêkirina mewsima çinînê li Reqayê re, divê em amade bin da ku yekser berê xwe bidin cihê şewatê.”

Li ser plangeriya xebatê jî Yasir Xemîs raber kir ku bajarê Reqayê li ser 4 beşan hatiye dabeşkirin, Keramê, Selhebiyê, navenda bajêr û Hizêmê.

Xemîs bang hemû şêniyên bajarê Reqayê kir ku divê zêde bi wan re têkevin hevkarî û agahdariyê di dema çêbûna bûyeran li bajêr û gundewarên wê de. Her wiha bi awayekî berdewam koordîneyê bi Tîma Destwerdana Destpêkê re ku dema şewat li mal an jî zeviyên çandiniyê pêket, bikin.

Tîma Destwerdana Destpêkê jimareyên telefûnê da ku xwe bigihînin wan di dema çêbûna awerteyê de li bajêr û gundewarên wê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din