Li Reqayê bi sedan kes li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirk meşiyan

Şevê din li Reqayê bi sedan kes bi meşeke mişeleyî binpêkirinên dagirkeriya Dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê û êrîşên li ser sivîlên Idlibê şermezar kirin.

Bi pêşengtiya ciwanên Reqayê, bi sedan şêniyên herêma Reqayê û şandeya ciwanên ji Idlibê duh bi şev meşek ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirnên li Efrînê û şermezarkirina êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsyê li ser sivîlên Idlibê hate lidarxistin.

Meş li qadeke herêma Hikûmiyê ya bakurê bajarê Reqayê ber bi herêma Hizêmê ve dest pê kir.

Di meşê de pankarên "Li dijî dagirkirina Erdogan li Efrîn û Idliba Sûriyê serî hildin" û "Bi têkoşîna jinên ciwan êm ê zihniyeta koletiyê têk bibin" hatin vekirin, her wiha mişle hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin avêtin.

Meş li herêma Hizêm rawestiya. Li vir deqeyek rêz hate girtin. Paşê bi navê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Enwer Mihemed axivî û got: "Em soza xwe ya bi gelê xwe yê Efrîna dagirkirî re nû dikin, em bibim mişeleya şoreşê ya ku dê beşdarî rizgarkirina Efrînê ji dîktatoriya Tirk bibe. Em koçberkirin û komkujiyên ku dagirker û çeteyên der heqê gelê me yê Efrînê kirin ji bîr nakin."

 Mihemed di nava axaftinên xwe de bal kişand ser şewitandina zeviyên çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wekî rêbazeke ji rêbazên şerê têkbirina aboriya herêmî û birçîkirina gel bi nav kir. Mihemed destnîşan kir ku ev şer piştî serkeftinên mezin û rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê û alîgirên wê destpê kir.

Bi navê Şaxê Idlibê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Şilaş El-Nasir jî ev tişt got: "Em piştgiriyê didin xelkên li pêşberî civaka navdewletî û bêdengiya wan ji mal û warê xwe hatine koçberkirin û em bêdengiya li hemberî vê bêdengiyê bi tundî şermezar dikin. Daxuyaniyên protestoyî li pêşiya sûc û êrîşên hovane yên li dijî gelê yê Efrîn û Idlibê bê sûd bûn, ne nexweşxane û jî navendên tenduristiyê ji êrîşên rejîmê û alîgirê Rûsya filitîn."

Şilaş El-Nasir di nava axaftina xwe de got: "Em li vir da ku bibêjin Sûriyê di navbera berjewendiyên dewletan û pencên rêxistnên  de maye. Lê yê ku dê Sûriyê ji krîzê derxîne xelkên wê ne. Bangên me yên dayîm pêkanîna biryara navdewletî ya 2254 e ya ku Sûriyê bi rêbazê siyasî û sponseriya civaka navdewletî were çareser kirin, ne bi bazar û lihevkirnên navdewletî ne ku laşê zarokên me parçe kirin . Careke din em dûbare dikin ku yê ku Sûriyê pêşerojê ava bike, gelê wê yê welatparêz e."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din