Li Reqayê bi vegera welatiyan re avahîsazî geş dibe

Li bajarê Reqayê bi vegera welatiyan re tevgera avahîsaziyê geş bûye. Li gorî serjimariya Buroya Rêxistinkirinê ya Meclisan a Meclisa Sivîl a Reqayê zêdeyî 700 hezar kes li warê xwe vegeriya.

Bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ‘ê wekî "Paytexta xîlafetê" pênase dikirin, di encamên şerên ku rû dane de ji sedî 85 binsaziya wê wêran bibû. Piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ‘ê di 20‘ê Cotmeha 2017‘an de ji aliyê QSD‘ê û peydabûna ewlehiyê re şênî vegeriyan û tevgera avahîsaziyê pêş xistin. Şaredariya Gel jî ji aliyê xwe ve xebatên avakirinê hesan kir.

Meclis Sivîl a Reqayê û Şaredariya Gel  di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê de rê vekirin û sererast kirin, av û kehrbe li taxan peyda kirin. Ji ber van xebatan pêla vegera welatiyan a li Reqayê zêdetir bû. Li gorî meclisê 700 hezar şênî vegerin warên xwe.

Ji aliyekî dîtir ve jî Daîreya Pîşeyî ya girêdayî Şaredariya Gel biryara efûkirina şêniyan ji tevahî bendên avakirina avahiyên wêrankirî, derxist. Îsal şaredariyê zêdeyî 2 hezar ruxsetên avakirinê dan şêniyan. Piştî wergirtina ruxsetê 800 avahiyên ku nîv wêran bibû ji nû ve ketin xizmetê.

Hevserokê Buroya Rêxistinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Luey Îsa ji ajansa ANHA’yê re aşkere ku hejmara şêniyên ku vegerîne malên xwe zêdetirî 700 hezar in. Îsa lê zêde kir ku hejmara koçberên li bajarê Reqayê di navbera 70 û 80 hezarî de ne.

Luey Îsa wiha domand: "Bi rizgarkirinê û dabînkirina ewlehî û aramiyê re tevahî şêniyên resen vegerîn malên xwe. Ji herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de şênî tên Reqayê."

Der barê alîkariyên ku Şaredariya Gel a bajarê Reqayê pêşkêşî xwediyên avahiyên wêrankirî û ruxsetan kirine de, hevserokê Buroya Daîreya Pîşeyî Mihemed Bekrî wiha got: "Em ruxsetên taybet ji bo avahiyên wêrankirî didin. Her wiha jî ruxsetên nû li ser eraziyên ku berê avahî lênebûne jî didin. Ruxset li gor belgeyên pîşeyî û qanûnî û hevrûkirina bi plana rêxistinkirî (tabo) û ya ji 2011’an ve li ser hatiye îmzekirin, didin. Daxwazên ruxsetan bi rêya Buroya Ruxsetê û hevsorkatiyê ve tên pêşkêşkirin. Piştre vedigere Buroya Ruxsetê bi hevkariya bi Buroya Dîreya Qanûnî ya Rastkirina Milkiyetan. Dûvre vedigere Daîreya Darayî da ku bac bê dayîn. Her wiha bac li ser avahiyên nû sivik in û yên der barê avahiyên wêrankirî de bi tevahî ji bacan hatine efûkirin."

Mihemed Bekrî da zanîn: "Ruxsetên avahiyan ji bo giştî beşên bajêr ên di nava milkiyetên taybet de jî derbasdar in. Her wiha bi belgeya tabo re tê hevrûkirin. Piştre nexşeya cih tê derxistin. Piştre ji Odeya Endazyaran re da ku nexşên darayî û avakirinê bên wergirtin, tê şandin. Di Odeya Endazyaran a bajarê Reqayê de li gor isûlê tê erêkirin."

Şêniyên Reqayê yên li parêzgehên dîtir bi cih bûne, hê berê xwe didin bajêr.

(fr)

ANHA


Mijarên Din