Li Reqayê, Buroya Yekîtiya Rewşenbîran hate vekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê, bi merasimekî Buroya Yekîtiya Rewşenbîran vekir.

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê, bi merasimekî Buroya Yekîtiya Rewşenbîran vekir. Bi dehan şênî, nûnerên meclisên sivîl, leşkerî tevî nivîskar û rewşenbîrên Reqayê beşdarî  merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Hesen El-Mistefa, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hîbe El-Ebdullah û hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran Ebdulrehman El-Ehmed, axivîn.

Axaftvanan vekirina Buroya Yekîtiya Rewşenbîran pîroz kirin û pesna rola wê yê di belavkirina zanabûn û raman de,  dan.

Di dawiyê de hevseroka Yekîtiya Rewşrenbîran a Reqayê Rîm Taha El-Hemûd deriyê buroyê vekir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din