Li Reqayê cerên oksîjenê teqiyan: 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna 2 cerên oksîjenê li taxa El-Sînaa ya bajarê Reqayê de, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.

Beriya çend kêliyan 2 cerên oksîjenê li dikanên hesinkaran ên li taxa El-Sînaa ya rojhilatê bajarê Reqayê teqiyan.

Nûçegihanê ajansa me diyar kir ku di encamê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Tîmên destwerdana destpêkê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesên birîndar yekser rakirin nexweşxaneyan.

ANHA


Mijarên Din