Li Reqayê dayîkekê 4 pitik anîn dinê

Efaf El-Elî ya ji Dêrazorê koçberî Reqayê bûye ku ducanî bû, îro di Nexweşxaneya Tib El-Hedîs a bajarê Reqayê de 4 bitik anîn dinê.

Jina bi navê Efaf El-Elî (20), ji Dêrazorê koçberî Reqayê bûye. Efaf îro di Nexweşxaneya El- Hedîs a bajarê Reqayê de welidî û 4 pitik anî dinê. Hat zanîn ku rewşa Efaf baş e. Li gorî bijîşkan ev salên dirêjin rewşek wiha li bajarê Reqayê çênebûye.

Dr.Hemûd El-Hemûd bijîşkê jinan ji ajansa me re got: “Efaf li gel wî kontrola xwe dikir. Di destpêka ducanîbûna wê de texmîn kir ku cêwî bîne lê piştî sê mehan diyar bû ku bi du kur û du keçan ducanî ye.

Lê ji ber rewşa aborî ya dijwar yek ji wan zarokan piştî 10 rojan wefat kir.

Efaf ji ajansa me re axivî û ji ber rewşa xwe ya aborî ya dijwar bi gazinc bû. Efaf bi bîr xist ku ew nikarin pêdiviyên zarokên xwe bi temamî peyda bikin û got: "Hevserê min nikare pêdiviyên zarokan peyda bike. Ji ber ku dayîka wî nexweş e û du birayên wî astengdar in."

Efaf bang li aliyên têkildar ên rêveberiya sivîl kir ku alîkariya wan bikin da ku jiyana pititan biparêze.

(şx)

ANHA


Mijarên Din