Li Reqayê depoyek bermahiyên DAIŞ`ê hate dîtin

Îro rêxistina Roj `Ramko` ya rakirina  mayînan, depoyek a bombe û hawinan bermahiyên DAIŞ’ê li taxa El-Hermiye ya bajarê Reqayê dîtin.

Li gorî Navenda Ragihandina QSD`ê, li ser agahiyên şêniyan bi hebûna cismên biyanî depoyek hate dîtin.

Piştî lêgerînê xuya bû ku ew cih depoya top û mayînên çeteyên DAIŞ`ê ye. Li ser wê tîmê bombeyên ku li dora depoyê hatibûn çandin bê bamdor kirin.

Girêdayî mijarê serokê tîma bêbandorkirina mayînan Mistefa El-Salih teqez kir ku tîmê dest bi lêgerînê kir û depoyek ku bi sedan bombe û hawinan ji hecmên cuda dîtin.

El-Salih destnîşan kir ku ew dê bombeyan bê bandor bikin da ku piştre bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê ji wir rakin.

ANHA


Mijarên Din