Li Reqayê dewreya 2`emîn a Erka Xweparastinê bidawî bû

Komîteya Parastin û Erka Xweparastinê ya Reqayê 2`emîn dewreya Erka Xweparastinê li bajarê Reqayê bidawî kir.

Komîteya Parastin û Erka Xweparastinê bi armanca parastina welat, xurtkirina sîstema parastinê, dewreya 2`emîn a 310 ciwan ji Reqayê, bidawî kir.

Her wiha komîteyê 250 ciwanên ku dildarî tev li dewreya 1`emîn bibûn û erk xweparastinê bidawî kirin bi merasîmekê, derçûn. Merasîm li Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî ya di nava Firqa 17`an de a bakurê bajarê Reqayê, hat lidarxistin.

Dewre li ser navê Şehîd Kawa Hesen ê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû, bû. Her wiha dewreya 1`emîn a dildaran bi navê şehîdên pêngava Hecînê bû.

Di dewreyê de dersên fikrî û leşkerî hatin dayîn.  

Rûspî, şêxên êlên ereb li herêmê, hêzên Koalîsyona Navdewletî, saziyên sivîl û leşkerî her wiha malbatên kesên ku tev li dewreyê bibûn, beşdarî merasîmê bibûn.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê kesên ku tev li derwereyê bibûn, destpê kir. Paşê Hevserokê Komîteya Buroya Erka Xweparastinê Heqî Mihemed axivî û bidawîkirina dewreyê pîroz kir. Heqî di axaftina xwe de wiha anî ziman:"Erka Xweparastinê erkeke niştîmanî, exlaqî û mirovî ye. Ji her kesî tê xwestin ku parastina sînor, welat, gel û saziyan li gorî pîvanên parastina rewa, bike."

Paşê kesên ku dewre bidawî kirin, sonda leşkerî xwarin.

Merasîm bi pêşandanên leşkerî bidawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din