Li Reqayê dewreya duyemîn a Erka Xweparastinê vebû

Komîteya Parastin û Erka Xweparastinê li Reqayê dewreya xwe ya duyemîn ji Erka Xweparastinê re vekir. Dewre li Firqa 17`an a li bakurê Reqayê hate vekirin.

Bi armanca parastina xaka welêt, di merasîma Firqa 17`an a li bakurê bajarê Reqayê de, 175 ciwanên Reqayê beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bûn.

Merasîma vekirinê bi lidarxistina toreneke leşkerî ji aliyê kesên bi dilxwazî beşdarî nava dewreyê bûne, dest pê kir. Dewreyê navê şehîd Kawa Hesen ê ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûbû, hilgirt.

Piştî torena leşkerî ser navê rêveberiya mala jinê ya şaxê Reqayê Zelîxa Abdî axivî û wiha anî ziman:"Bi navê Rêveberiya Jinan a li Reqayê em vekirina dewreya duyemîn a Erka Xweparastinê li şêniyên Reqayê pîroz dikin."Zelîxa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola Erka Xweparastinê di parastina Reqa ji hemû metirsiyên ku gefan li ewlehiya wê dixwin de.

Paştî axaftinê kesên dilxwaz sonda leşkerî xwarin û soza dan şêniyên Reqayê ku ew ê parastina Reqayê ji hemû êrîşan bikin.Kesên dilhez silav li şehîdan kirin û berdewamkirina şopa berxwedana şehîdan tekez kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hemû kesên beşdarî dewreyê bûne, bi dilxwazî beşdar bûn, ne wekî ku dezgehên çapemeniyê  îdia dikin ku di demên dawîn de jî armanca wan derxistina tevliheviyê ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din