Li Reqayê dewreya hemşîretiyê

Piştî koordînekirina bi Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê re, Komîteya Werzîş û Ciwanan a Reqayê dewreya duyemîn a hemşîretiyê bi beşdariya 27 kesan vekir.

Dewre dê mehekê berdewam bike û tê de waneyên teorîk û pratîkî yên der bare destwerdanên destpêkê, pişkinîn, dermanxane û nojdarîiyê de werin dayîn.

Têkildarî mijarê serpereşta perwerdeyê Newal El-Xelef ji ajansa me re axivî û got armanca vekirina dewreyê, pêşxistina behreya xebatkarên beşa tenduristiyê ye û wiha anî ziman: "Bi rêya semînerên teorîk û pratîk em asta bîrweriya tenduristiyê bi pêş dixin û di milê pratîkî de jî waneyên awayê destwerdanên destpêkê, kişandina xwînê, dermankarî û pişkinîna dil dê werin standin."

Newal wiha pê de çû: "Wane dê bi awayekî rojane ji saet 08:00 heta 14.00’an werin dayîn û ji aliyê kesên pispor ve dê were serpereştkirin."

Newal di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku kesên ji dewreyê derdiçin, dê bawername li wan werin belavkirin, her wiha dewreyên bi vî awayî dê bi domdarî werin vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din