Li Reqayê du teqîn: 3 kes şehîd bûn û 16 birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Di teqîna ku vê êvarê li bajarê Reqayê rû dabû de 3 sivîl  şehîd bû û 16 jî birîndar bûn.

Li taxa Neyîm a bajarê Reqayê saet 22:00‘an bombeyek deng teqiya û li pey wê erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 3 sivîl şehîd û 16 birîndar bûn.

Tîma Destwerdana Destpêkê birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Heta niha ti aliyekî teqîn negirtiye ser xwe. 

ANHA


Mijarên Din