Li Reqayê hawaya Remezanê

Piştî 4 salan ji şer û dorpêçê, bajarê Reqayê îsal di atmosfereke asayî de meha Remezanê pêşwazî kir. Tevgera sûkan îsal li gorî salên borî çalaktir û parastî ye.

Çeteyên DAIŞ‘ê ku 4 salan bajarê Reqayê dagir kiribû û wek "paytexa xîlafetê" ragihandinbû, qanûnên xwe yên nemirovî li ser şêniyan ferz kirin, kesên ku li gorî van qanûnan tev negerîn cezayên giran li ser wan ferz dikirin. Mînakên vê yekê di meha Remezanê de şênî neçar dikirin ku rojiyê bigirin, kesên ku rojî nedigirtin, dixistin qefeseke hesin û sûra çerxerêya Neyîn di bin germahiya rojê de dihiştin da ku ji her kesî re bibin îbret.

Piştî rizgarkirina Reqayê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve jiyana asayî vegeriya. Şênî kêliyên rizgarkirî wekî jidayikbûneke nû yan jî roja azadiyê bi nav dikirin.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) me xwest jiyana li bajêr di rojên meha Remezanê de bişopînin û nêrînên şêniyan bigirin.

Destpêkê em derbasî sûka bajarê Reqayê bûn û me tevgera li wir, qerebalixa kolanan a meha Remezanê şopand.

Dema em derbasî sûka sebzeyan bûn ku Çerxerêya Sebzeyan wekî ku şênî binav dikin, tevgereke çalak ji qarbalexe, westandina li ser rûyê mirovan, tîbûn, birçîbûna ji ber bilindbûna pileya germê  xuya dibe.

Hin ji şêniyan turbeyek di dest xwe de rakiriye û li pêwîstiyên xwe ji sebzeyan dikire, yek din jî goşt dikire, firoşkarên gîha jî gul û şînkahiyan av didin. Hemû firoşkar bi şêwazên xwe bang dikin da ku şêniyan ji bo kirînê bi aliyê xwe de bikişînin.

Li kolana Til Ebyed Ehmed El-Feyhan besteya caw raxistiye û bang dike. Ehmed dibêje ku Remezana îsal li gorî yên  salên derbasbûyî baştir e, bajar bi şêniyên ji herêmên din ên Sûriyê û koçberan qarbalex bûye. Her wiha diyar kir ku wekî firoşkarekî rewşa madî ya şêniyan di ber çavan re digire û bi buhayên guncaw firotinê dike.

Salih El-Hemadîn firoşkarê sebzeyan dibêje: "Nirxên madeyên xwarinê bi taybet zebze gelek bilind bûne, ev dibe cihê aciziya şêniyan û sedema vê buhabûnê di meha Remezanê de dipirsin."

Li aliyekî din jî xwarin û vexwarin ku herî zêde di meha Remezanê de tê bikaranîn, wekî ava sûsê, ava xurmeyan, nanê marûk û xurme cihê xwe di sûkan de girtiye.

Ebûd El-Raşid ê ji bajarê Reqayê dibêje: "Remezana îsla ji yên salên derbasbûyî baştire, hemû tişt di sûkan de peyda dibin û tevgera geş e."

Li kolana herî navdar li Reqayê ya bi navê Til Ebyedê firoşkarê ava sûsê û ava xurmeyan li rex rê sekiniye bermîleke bi kîsên ava sûsê û xurmeyan dagirtiye û bi dengekî bilind bang dike.

Li kolana Mensûr jî apê Subhî Nasîf ê di 60 saliya xwe de bi cilên reqawî û destmalê û tizbiya di dest wî de dibêje: "4 salan ji ber kiryarên DAIŞ derheqê mezin û biçûkan de me azar kişandin, ti têkiliyên wan bi îslamê re tineye, îro her yek azad, ku rojî bigire an negire."

Li gel bilindbûna pileya germê, karkerên şaredariyê bi cilên şîn û erebeyek çopê xebataên xwe yên rojane didomînin, kolanan yek bi yek ji qirêj û tozê paqij dikin.

Her wiha polîsên trafîkê hebûna wan heye, ku tevgera çûna û hatina erebeyan bi taybet li kolanên serke yên herî bi qarbalex bi rêxistin dikin.

ANHA


Mijarên Din